Sevim Hatun
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Stenbola ku halê hazir germahî lê pir zêde ye, wê dawiya heftê germtir bibe û germahî 35 pile be.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hilda, herêma ku hewa lê germ e, dawiya heftê wê germtir bibe.
Tê texmînkirin ku li herêmê hewa sayî be, hêza bay dê dakeve û germahiya hewayê derkeve 35 pileyan.
Li bajêr wê ji sibê şûn ve germahî zêde bibe, hêza bayê dakeve; herwiha wê sibê li herêmê germahî herî kêm 24, herî zêde 33 pile be.
Tê texmînkirin ku roja şemî û yekşemê germahiya hewayê herî kêm 24, herî zêde 35 pile be.