Haydar Şahin
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
AGRI
Teyrê sor ê birîndar ê ku li Agiriyê hat dîtin hildan bin parastinê.
Kesekî ku li zeviyeke li Taxa Kazim Karabekirê teyrê sor ê birîndar dît haya wezîfedarên Midûriyeta Karûbarên Av û Daristanê pê xist.
Wezîfedaran mêze kirin ku baskê teyr yê aliyê çepê şikestiye û teyr hildan bin parastinê.
Ji bo bê dermankirin teyrê sor teslîmî wezîfedarên Navenda Rehabilîtasyon, Lêkolîn, Xilaskirin û Parastina Jiyana Beyanî ya Zanîngeha Qers Kafkasê kirin.
Midûrê Karûbarên Av û Daristanê yê Agiriyê Necatî Kara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di kontrola ewil da tesbît kirin ku baskê teyr yê çepê şikestiye.
Kara diyar kir ku ew ê teyrê sor li navenda rehabilîtasyonê ya li Qersê bê dermankirin û wiha pê da çû: "Welatiyên me çaxê li tebîetê heywanên kovî yên birîndar dibînin bira haya midûriyeta me pê xin. Ji ber ku teyrê sor ê birîndar dît û haya me pê xist em ji wî welatiyê xwe ra sipas dikin."
Piştî dermankirinê ew ê teyrê sor berî çolê bidin.