Sevim Hatun
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
AGRI
Li Kosedaxa li Elaşgirta navçeya Agiriyê berfa ewil a demsalê barî.
Li navçeya ku ev du roj bûn baran dibarî îro li ciyê bilind berfa ewil a demsalê ket.
Kosedaxa ku bilindiya wê 3 hezar û 433 mêtre ye sipî bû û dîmenên xweşik derketin holê.
Ji niştecihên herêmê Yunus Karataş ji nûçegihanê AAyê re got ku li herêmê hewa sar bû, li Kosedaxa ku 20 kîlometre dûrî navendê ye berf barî.