Travertenên Başkaleya Wanê yên ku dişibe travertenên Pamûkkaleyê di demsala zivistanê de jî bi dîmenên xweşik bala mîrovan dikşîne.
Travertenên li Taxa Dereîçiya ku 35 kîlometre ji navendê dûr e bi şekl û şemala xwe ve balê dikşîne ser xwe. Li Pamûkkaleya navçeya Denizliyê jî traverten hene û dirûvê travertenên Başkaleyê dide yên Pamûkkaleyê.
Turîstên xwemalî û biyanî yên ku travertenan meraq dikin herî zêde havînê tên herêmê. Niha ji ber ku hewa sar e traverten herî zêde bala kesên ku wêneyan dikşînin, dikşîne ser xwe. Lewra qismekî travertenan cemed girtiye û bi vî rengê xwe jî wek tabloyekê xuya dike.
Welatiyên ku li herêmê ji bo kesên tên dîtina travertenan rêberiyê dikin jî dibêjin heke meseleya çûn û hatinê bê helkirin wê ziyaretvanên herêmê zêdetir bibin.
Firat Yalçinê ku li Taxa Dereîçiyê rûdinê diyar kir ku ji cihên divê meriv bibîne yek jî travertenên Başkaleyê ye û wiha dewam kir: "Aliyekî wê dibe cemed û dîmeneke xweş derdikeve holê. Ji ber ku rê tuneye meriv nikarin zivistanê bên vê derê. Niha hewa sar e û lê ava wê germe. Ava li vê derê ji bo pizrik û nexweşiyên çermê dermane û xelkê me yên taxê jî vê yekê zanin û avê bikartînin."
Ji şêniyên taxê Engîn Şukruoglû jî destnîşan kir ku bi pêvajoya çareseriyê li herêmê ji bo ewlehiyê tu pirsgirêk nema, ji ber vê jî di hemû demsalan de li benda turîstan in.