Ayşe Karaosmanoğlu
21 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2025
Li piraniya welêt bi navber baran wê bibare.
Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Mehmet Ozdemircî ji nûçegihanê AAyê ra qala texmîna rewşa hewayê ya vê hefteyê kir.
Ozdemircî diyar kir ku li tevahiya welêt vê hefteyê bi navber baran tê payîn û sibê li başûr û rojhilata Marmarayê, Herêma Egeyê, Herêma Behra Spî, Rojava û Naverasta Behra Reş, aliyê bakur yê Anadoluya Navîn, başûrê Rojhilata Anadoluyê û li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê barana gur, tavî û teyrok wê bibare.
Ozdemircî diyar kir, germa hewayê wê nêzî germa demsalê be û hewa wê ji roja înê pê va li aliyê hundirîn û bi taybetî li herêmên bakur li gorî demsalê zêde bibe.