Bahoza qûmê Erebistana Siûdî, Kuweyt, Qetar û Behreyna ku ji welatên kendavê ne kir bin tesîra xwe. Ji ber bahozê dibistan hatin tetîlkirin û hin seferên balafiran jî betal bûn.
Saziya Hewadariya Sivîl a Erebistana Siûdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji ber bahoza qûmê li hin deverên welêt balafir ne dikarin rabin û ne jî dikarin daynin ji ber vê jî hin sefer betal bûn.
Ji bilî Erebistana Siûdî hin saziyên Kuweyt, Qetar û Behreynê jî daxuyanî dan û ragihandin ku ji ber bahoza qûmê tewdîrên ku hewce dikin hatin girtin, dibistan hatin tetîlkirin û hin seferên balafiran jî betal bûn.
Saziyên her çar welatan jî ji ber talûkeya bahoza qûmê welatiyên xwe hişyar kirin ku bila hay ji xwe hebin.