Türkan Tosun
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 21 Gulan 2019
Hat ragihandin rayedarên eskerî yên Amerîka û welatên Kendavê li Behreynê civiyan û li ser mijara ewlehiya behrê û bazirganiya serbest a li herêmê axivîn.
Li gor nûçeya têlevizyona El Hura ya ku weşana Erebî dike fermandarên eskerî yên li Konseya Hevkariya Kendavê û fermandarên Hêzên Behrê yên Amerîkayê li Behreyna paytextê Manamayê hatin bal hevdu.
Di civînê da mijarên ewlehiya behrê û bazirganiya serbest a li herêmê hat axaftin.
Der barê welatên Kendavê yên beşdarî civînê bûne da tu agahî nehat dayîn.
Welatên Kendavê jî der barê vê civînê da hê daxuyaniyek nedan.