Abdullah Tel
29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Xezalên cureya wan "Gazella gazella"ye û hindik mabû nesla wan biqele bi saya tewdîrên parastinê jimara wan her ku diçe zêde dibe û niha jî li çiya û zozanên Rihayê bê tirs û xof digerin.
Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê qada ku xezalên li çiyayên Rihayê di salên dawîn de ber bi tunebûnê va diçûn, hilda bin parastinê û bi saya qada parastî jimara wan jî zêde dibe.

Xezalên li Îstasyona Zayîna Xezalan a Sal 75emîn a ku li ser rêya Riha-Sirûcê ye tên parastin piştî demeke din li Qada Pêşvebirina Jiyana Hovî ya Kizilkuyuyê tên berdan. Li ser hin xezalan cîhazên GPSyê ji bo lêkolîn û berhevkirina daneyên der barê jiyana wan da tê bicihkirin.
Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê bi xwedîkirin û parastina xezalan ra bi taybetî eleqedar dibin.
Alîkarê Midûrê Herêmî ya Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê Mehmet Fehmî Yuksel daxuyanî da nuçegihanê AAyê û diyar kir ku serê salê bi qasî 90 xezal hebûn lê bi saya xweîderketin û parastinê va niha bi qasî 120 xezal hene.
Yuksel destnîşan kir ku karê wan zehmete lewra bazirganiya xezalan tê kirin û bi taybetî jî dema zayîna xezalan da karê wan zehmettir dibe lewra diz ji bo revandina çêlîkên xezalan bi ser ekîban da gule dibarînin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Yuksel got ku bi saya parastinê Riha wê bi xezalan bixemile û li kesên diziya xezalan bikin û zirarê bidin wan jî wê cezayê mezin bê birîn.