Hejmara xezalên cinsê "gazella gazella" yên ku nifşa wan di xetereyê de bû û niha tên parastin, her diçe zêde dibe. Ji xezalên ku di tesîsên taybet de dizên û zêde dibin her serdem 100 xezalî berî xwezayê didin.
Xezalên ku li dinyayê hin herêmên tabet dijîn, li Tirkiyeyê jî herî zêde li Çiyayê Rihayê hene. Xezalên ku berê li çiyayan kerî bi kerî digeriyan û hejmara wan zêde bû, di salên dawîn de hejmara wan zehf kêm bû û ji ber vê yekê Midûriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî ji bo wan qadeke ewledar ava kir û wan di vê qada bi ewlede xwedî dike û diparêze.
Li Rihayê hejmara xezalên ku li ser wan sitran jî hatine nivîsîn berê zêde bû; lê ji ber seyd û hin sedemên din hejmara wan kêm bû. Di salên dawîn de bi saya parastin û xwedîkirinê hejmara wan dîsa zêde bû.
Heywanên ku li Stasyona Xezalan a sala 75an tên parastin di hin serdeman de, berdidin Seheya Pêşvebirina Jiyana Sewalên Kovî ya Kizilkûyûyê.
Ekîbên Midûriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî, xezalan li vir xwedî dikin û ji bilî van xezalan li vê qadê hejmareke zêde xezalên kovî jî hene.
- Mixtarên taxan alîkariyê didin
Midûrê Şaxa Parastina Xweza û Parkên Neteweyî Mehmet Fehmî Yuksel, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo parastina xezalan, xebatên xwe birêkûpêk didomînin.
Yuksel got ku bi saya qadên ewledar her diçe hejmara xezalan zêde dibe û wiha xeberda:
"Xebatkarên me li vir 24 saetan dixebitin. Me bi saziyên civakî yên sivîl re jî hevkarî kir û bi saya van xebatan em êdî li herêmê xezalan dibînin. Li îstgehê her diçe hejmara xezalan zêde dibe û em jî her serdem nêzî 100 xezalî berî çolê didin. Li gor texmîna me niha li îstgehê 200 xezal hene."
Yuksel got ku armanca wan ew e ku xezalan biparêzin, ji bo bidestxistina kar û pereyan vî karî nakin.