19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
HEWLÊR
Xiristiyanên ji Mûsilê dixwazin vegerin malên xwe yên li herêmên ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan di operasyona rizgarkirina Mûsilê da ji DEAŞa rêxistina terorê sitendin.
Bi sedan xiristiyanên ji Mûsilê li Ankawa semta Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê civiyan û ji bo ku herêm hat rizgarkirin şahiyekê çêkirin.
Şahî bi alîkariya şirketeke taybet li salona sporê ya girtî hat çêkirin û ji xeynî xiristiyanên ku malên xwe terikandine welatiyên ji Hewlêrê jî beşdar bûn.
Mennan Ehmedê 15 salî ku ji Karakuşa bajaroka Hemedaniyê ye û tevlî şahiyê bûbû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber êrîşên DEAŞê em revîn Hewlêrê. Qederê sal û nîvekê ye em li Hewlêrê dijîn. Hemedaniye demeke berê hat rizgarkirin. Em dixwazin di demeke nêz da vegerin."
Steven Sadiqê ciwan ê xiristiyan ê ji Başîqaya bajaroka Mûsilê ye jî got, "Me êşeke mezin kişand. Ji cî warê xwe bûn. Hêzên pêşmergeyan herêma me paşda sitandin. Bi ya min dema vegerînê nêzîk e."
Di çalakiyê da bi suryanî, erebî û kurdî sitran gotin û reqisîn û kevokên sipî yên nîşana azadiyê firandin.