Haydar Şahin
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Tebax 2017
ANKARA
Bi destê Pewa Navenda Lêkolînê ya li Washingtonê li 38 welatan bi 42 hezar kesî ra lêkolîn hat kirin, di encama lêkolînê da hat dîtin ku herî zêde DEAŞ wek tehdîda li dijî ewlehiya neteweyî tê dîtin û di rêza duduyan a tehdîdê da jî guherîna avûhewayê tê dîtin.
Navendê di navbera 16ê sibatê û 8ê gulana 2017an da li 38 welatan bi 41 hezar û 953 kesan ra lêkolîn kir û ji wan ra got ji 8 xalan kîjan herî zêde li dijî ewlehiya neteweyî tehdîd e. Encamên balkêş derketin holê.
Li DYAyê û 18 welatên li Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê beşdarvanan gotin ku tehdîda herî mezin DEAŞ e.
Wek mayîn li 13 welatên li Amerîkaya Latîn û Afrîkayê jî beşdarvanan gotin ku tehdîda herî mezin guherîna avûhewayê ye.
Di lêkolînê da tehdîda herî mezin a li dijî ewlehiya neteweyî DEAŞ derket û piştî DEAŞê tehdîda herî mezin jî guherîna avûhewayê derket.
Di rêza 3yan a tehdîdan da êrîşên sîber û di rêza 4an da rewşa aboriya kurewî, di rêza 5an da pirsgirêka penaberan, di rêza 6an da tesîra DYAyê, di rêza 7an da hêz û tesîra Rûsyayê, di rêza 8an da jî tesîra Çînê derket.