Türkan Tosun
28 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Xozneberan li Wan û Bidlîsê ji bo balê bikşînin ser paqijiya Gola Wanê, binê golê paqij kir.
Noqavên girêdayî Komeleya Xilaskirina Lêgerîna Binê Avê ya Wanê, yên girêdayî Komeleya Alîkariya Ewil, Lêgerîn û Xilaskirinê ya Afatên Xwezayî ya Bidlîsê (Bidlîs Akut) li Tetwana navçeya Bidlîsê kom bûn, xwe berdan binê golê da ku paqijiyê bikin.
Ekîban di çarçoveya "Bajarê Paqij, Tetwana Paqij" binê golê paqij kirin, perçeyên şûşe, lastîk, poşetên zibilê, sol û alavên bi vî rengî ji avê derxistin.
Şaredar Mehmet Emîn Geylanî spasiya xozneberan û kesên piştgirî dan vê çalakiyê kir.
Geylanî got xozneberan dildar bi vê xebatê va xwestin balê bikşînin ser paqijiya golê û wiha axivî: "Mixabin em Gola Wanê bi nezanî qirêj dikin. Em dixwazin mirov di vê mijarê da hesas bin. Tişta ji paqijkirinê girîngtir ew e ku neyê qirêjkirin."
Serokê Komeleya Bidlîs Akutê Fevzî Epozdemir jî got ji binê golê xalîçe, tekerên wesayîtan, lastîk, poşetên zibilê û sol hatine derxistin.
Epozdemir got armanca wan ew e ku kes hawirdorê qirêj neke.