Önder Beyter
28 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li Erziromê canegayê bi navê "Paşa" ku giraniya wî qedera tonekî ye, bi 19 hezar lireyî derket ber firotanê.
Li bajarê Erziromê ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê navendeke girîng a heywandariyê ye, bi minasebeta Cejna Qurbanê ya ku nêzîk bûye, dewar anîn Baza Heywanên Ser Piyan.
Heywandar û welatiyên ku bi zehmetiyên mezin heywan xwedî kirin û ji bo qurbanê anîn bazarê, milê xwe vedigirin û xwe didin erdê û dûr û dirêj bazariyê dikin.
Heywandar Arap Ak ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li herêmê bihayê qurbanan normal e û wiha dewam kir, "Înşellah em ê canegayan bifiroşin û hem rûyê heywandaran û hem jî yê kiryaran dê bikene. Bihayên dewarên qurbanê hema hema wekî par e."
Ak diyar kir ku wî canegayê xwe yê bi navê "Paşa" ku cinsê sîmental e, li zozanê bi ka, kes û ceh xwedî kir û wiha dewam kir, "Li bazarê aniha heywanê herî giran ev e. Gava sê roj berê hat kişandin, dora 952 kîloyî bû, niha rihet bûye tonekî. Em ê bi nêzîkî 19 hezar lireyî bifiroşin."