Fatma Hayroka a ji Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî li welatê xwe, xwe spartibû stargehekê. Hewa sar bû û Hayrok a ku dayika 12 zarokan bû ji bo ku zarokên wê serma negirin xwest agir pêxe. Lê di wê demê de agir bi stargehê ket dayik û 3 zarokên wê giran birîndar bûn û ji bo tedawiyê anîn Tirkiyeyê.
Piştî dermankirin û tedawiyê dayik û zarokên wê bi ser xwe de hatin û niha ji rojên berê gelek çêtirin.
Dema ku agir bi stargehê dikeve û Hayrok û hersê zarokên wê birîndar dibin, xizmên wan wan dibin nexweşxaneyeke û ji wê derê jî bi ambulansê ve dişînin Tirkiyeyê. Ji bo dermankirinê dayikê radikin Gazîantepê herdu zarokan wê dibin Hatayê û pitika 1 salî jî li Kahramanmaraşê di Nexweşxaneya Bajar a Necîp Fazil de tedawî dikin.
Kaser a 1 salî 20 rojî di unîteya nexweşiyên giran de hat dermankirin û bi ser xwe de hat birînên wê baş dibûn lê pir digiriya û xebatkarên nexweşxaneyê jî malbata wê meraq kirin û dest bi lêkolînê kirin.
Di encama lêkolînê de derket holê ku tedawiya dayika pitikê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Ersîn Arslan a Gazîantepê tê kirin.
Bi xêra teşebusan dayik Fatma Hayrokê anîn Kahramanmaraşê û Kaser çawa ku gihîşt dayika xwe dev ji girî berda û birînên wê jî li gor berê zûtir pak bûn.
Dayîk Hayrokê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mêrê wê di şer de hat kuştin û wiha pê de çû: "Ez û zarokên min li ortê man û em ji xwe re di konekê de bi cih bûn. Min xwest agir pêxim û êzinga biavêjim ku zarokên min xwe germ bikin lê agir bi kon ket ez û zarokên min giran birîndar bûn. Du zarokên min ên din jî birîndar bûn û piştî ku tedawiya wan qediya ew şandin Sûriyeyê. Dema ku ez bi ser xwe de hatim li vê derê jî gihîştim sebiya xwe. Şikir ji Xwedê re li gor berê em gelek baş in. Xwedê ji doxtorên Tirkiyeyê razîbe."
Berpirsyarê unîteya şewatê ya nexweşxaneyê Abdulkadîr Cîger jî diyar kir ku piştî tedawîkirinê dayik û sebiyê tabûrcû kirin û wiha pê de çû: "Dema Kaserê anîn vê derê rewşa wê giran bû û piştî ku ji unîteya nexweşiyên giran derket hin emeliyat jî hatin kirin û çawa ku gihîşt dayika xwe birînên wê li gor berê zûtir pak bûn."
Midureya Xizmetên Lênêrîna Tenduristiyê ya nexweşxaneyê Arzu Şîrîkçî jî destnîşan kir ku hemû xebatkarên nexweşxaneyê li pitika ku pirî canê wê şewitîbû xwedî derketin.