Li Wanê lihêfên ji hiriyê ku ji bo cihêzê qîz û bûkan tên amadekirin, piştî kedeke mezin tên dirûtin.
Li herêmê hin malbat bixwe lihêfan didirûn, hin malbat jî ji dikanên ku lihêfên ji hiriyê çêdikin, dikirin.
Keçên ku bixwe lihêfên xwe çêdikin, hiriya pez tevî dê û xizmên xwe di çem de dişon. Bi şonikê hiriyê dikutin û di ava çem de dişon. Piştî ku hirî ziwa dibe, bi hiriyê lihêfan girêdidin. Piştî kedeke mezin ji bo cihêzên qîz û bûkan lihêf tên dirûtin.
Dîlek Narinça ku lihêfan girêdide daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li herêmê ji bo cihêzê qîz û bûkan lihêfên ji hiriyê tên çêkirin.
Şevket Kirarê ku 20 sal e lihêfan çêdike jî wiha got: "Em 4 cure lihêf çêdikin. Ji hiriyê, silîkon, hevrîşîm û elyaf, lê herî zêde lihêfên ji hiriyê tên tercihkirin."
Kirar destnîşan kir ku di lihêfên ji hiriyê de xwedan çênabe û wiha got: "Ev ji bo tenduristiyê baş in, lewra sirûştî ne. Her çiqas tiştên teze derketibin jî xelk dev ji hiriyê bernade. Dema dewetan de, taybetî havînê karê me zêde dibe."
Kirar diyar kir ku ji bilî cihêzê qîz û bûkan, welatî jî lihêfên ji hiriyê dixwazin.