Abdullah Tel
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Navçeya Ovacixê ya ku Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çaviyên Munzurê, Geliyê Mercanê û Çemê Haramiyê di nav sînorê xwe da dihewîne her demsal bi xweşiyekê bala mirov dikişîne ser xwe.
Ava Sûlava Dalikê bi germbûna dinyayê ji ber helîna berfê zêde dibe û ji Geliyê Kirkmerdîvenê tê xwarê û ew bi xweşiya xwe ji navend, navçe û bajarên derdorê gelek siruşthezan dihewîne.
Sûlava Dalikê bi qasî 15 kîlometre dûrî gundê Gozelerê ye û kesên dixwazin bên ji vê xweşiyê mehrûm nemînin bi wesayîtên xwe ji navenda navçeyê derdikevin rê û piştî rêwîtiya 20 deqîqeyî digihêjin Geliyê Kirkmerdîvenê.
Meraqdarên heta gelî tên piştî meşeke bi qasî 2 seatan dewam dike digihêjin cihê Sûlava Dalikê ya ku çar alî bi gul û çîçekan xemiliye.
Ji ber helîna berfê û zêdebûna baranê ava Sûlava Dalikê ya ku ji 50 metre bilindahiyê tê xwarê zêde bûye û kesên tên vê derê him seyranê dikin û him jî têra dilê xwe kêf dikin û behna wan derdikeve.
Ber bi êvarê va ji ber sûlavê rêwîtî dest pê dike û ziyaretvan li herêmê hirçên boz û pezkoviyên ji ber ku li ber qelandinê ne û tên parastin jî pirî caran dibînin.
Ji siruşthezan Nîhat Derman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku navçeya Ovacixê her dem bi xweşiyeke xwe derdikeve pêş û wiha dewam kir: "Em piştî meşeke bi zor û zehmet gihîştin Sûlava Dalikê. Çiyayên Munzurê ji ber siruşt û nebatên xwe yên hêj mirovan dest nedayê gelekî xweş e. Em hersal di mehên havînê da ji bo dîtina van xweşiyên li vê derê tên gerê. Ava Sûlava Dalikê hersal bi piranî jî di meha hezîranê da ji ber helîna berfê zêde dibe. Ew wek sûlavên din ên li Geliyê Kirkmedîvenê nîne û xwedî taybetiyeke pir cihê ye. Ji 50 metre bilindahiyê dinizile."