Önder Beyter
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Karên cêwî yên ku maka wan di erdheja bi lerza 5,7an a li Karliovaya navçeya Bîngolê da di bin kavilê gomê da telef bû, bi bîberonê tên xwedîkirin.
Di erdheja ku 14ê hezîranê saet 17.24an bi lerza 5,7an a li navçeya Karliovayê çêbû da gom, tewle û peltikên mirîşkan jî hilweşiyan.
Erdhejê herî zêde li navçeyên Karliova û Yedisuyê û herwiha gundên wê da û li gorî tesbîtên destpêkê jî di erdhejê da xesar gihîşt 105 goman, 43 pez û 85 jî mirîşk telef bûn.
Li gundê Dinarbeyê yê navçeya Yedisuyê, goma malbata Açik di erdhejê da hilweşiya û maka karên cêwî di bin kavil da ma.
Xwediya bizina telefbûyî Sînem Açikê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku yek nêr yek mê du kar li dû makê man.
Açikê got ku ew ji ber tirsa erdhejê, ligel 2 xwîşk û diya xwe di kon da dimîne û herdu karên ku navê "Esker" û "Eyşe" lê kirin û bi bîberonê şîr didinê, di kon da li cem wan dimînin.
Açikê got ku qet nebe bi hebûna karên cêwî ew hinekî ji stresa erdhejê dûr dikevin û wiha got, "Aniha em bi tenê bi van şa dibin. Em hewil didin şokeya erdhejê ser xwe biavêjin. Em ji bizinan şîr didoşin û her roj bi bîberonê didin van karan. Ji ber ku goma wan hilweşiya, ew jî bi me ra di kon da dimînin."