Abdullah Tel
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
ELAZIG
Li Elezîzê Selçûk Şamliogullariyê ku xwediyê pastaxaneyê ye ji keviya Çemê Munzurê xîçikan berhev dike, wan mîna tuwalê bi kar tîne û li serê resman neqiş dike.
Di wêneyên li ser xîçikên navbera 2,5 û 5 santîmetreyî da ne hemû hûrgiliyên di resmekî da cih digirin.
Şamliogullariyê 48 salî di resmên neqiş dike da her hûrgiliyê yek bi yek bi cih dike û berhemên wî jî gelekî balê dikşînin.
Esnafê xwedîmerîfet Şamliogullari li aliyekî li pastaxaneya xwe kar û barên xwe birêva dibe û ji aliyekî va jî dema vala dimîne li ser xîçikan resman xêz dike.
Şamliogullari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku eleqeya wî ya li ser resim neqişkirinê ji salên dibistana navîn dest pê kir û wêneyên ku wî li ser tuwalan xêz dikir ji hêla mamosteyên wî va zehf hatine ecibandin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Şamliogullari destnîşan kir ku wextê li Antalyayê diçû zanîngehê fikra xîçikan wek tuwal bikaranîn hat bîrê û wiha dewam kir: "Wê demê ez xwendekar bûm û pere jî ji min ra lazim bû. Rojeka ku ez li devê behrê digeriyam xîçikan bala min kişand û ez jî wê demê fikirm gelo ez dikarim li ser van xîçik û keviran resman çêkim û bifiroşim û pê pere qezenc bikim. Min çend xîçik ji wir bi xwe ra bir û li serê bi boyaxa rûn va resm neqiş kir. Ji wê rojê bigre heta îro resmên ez neqiş dikim tên ecibandin."
Şamliogullari diyar kir ku piştî zanîngeh qediya bi hin kar û baran ra mijûl bû lê paşê hat ser dikana pastaxaneyê ya ji bavê wî maye.
Nexşkar Şamliogullari xîçikên wek tuwal bi kar tîne jî ji keviya Çemê Munzurê yê li Tunceliyê ye temîn dike û ji bo berhevkirina wan jî got: "Ji sala 2009an vir va ez diçim Çemê Munzurê û van xîçikan ji wir berhev dikim û li Elezîzê jî li ser wan resman neqiş dikim. Êdî bi armanca jê pere qezenc bikim çênakim dixwazim ku bila ji hêla mirovan va bên ecibandin û ev jî dilê min rihet dike."
Şamliogullari ragihand ku neqişkirina resmekî li ser xîçikekî bi qasî 10 rojan dewam dike.