Pirhasan Doğan
02 Mijdar 2024•Rojanekirin: 07 Mijdar 2024
Li Kebana navçeya Elezîzê xurmeyên Trabzonê hatin berhevkirin.
Midûriya Daristan û Çandiniyê ya Bajêr li mezraya Soganliyê ya gundê Çalikê li baxçeya xurmeyan a Fethî Ozdemirê hilberîner "Çalakiya Berhevkirina Xurmeya Trabzonê li dar xist."
Qaymeqam Furkan Atalik di çalakiyê da axivî û got ku Keban di hilberîna xurmeya Trabzonê da li herêmê xwedî cihekî girîng e.
Atalik diyar ku ji bo zêdebûna çeşîdên berheman dê her cure piştgiriyê bidin cotkaran û got ku "Di hilberîna xurmeyên Trabzonê da Keban li Rojhilatê Anadoluyê û Elezîzê di rêza yekemîn da ye. Em ji ber vê serbilind in."
Şaredarê Kebanû Yucel Dogan jî bal kişand ser hilberîna xurmeyan a li navçeyê û da zanîn ku bi piştgiriyan dixwazin ku jimara baxçeyan zêde bikin û piştgiriyê bidin navçeyê.
Midûrê Daristan û Çandiniyê yê Navçeya Kebanê Ziyattîn Seçkîn da zanîn ku fîdanên xurmeyan ûn ku bi piştgiriya wan di sala 2018an da hatin çandin par 7,5 ton berhem da û îsal tê payîn ku 10 ton berhem bide.
Hilberîner Fethî Ozdemîr jî diyar kir ku rekolteya berhemê her sal zêde dikin.
Beşdarvanan paşê ji baxçeyê meyweyên ku wekî "xurmeyên bihûştê" jî tê zanîn berhev kirin.