Xwendekarê zanîngehê yên sûriyeyî li Wanê perwerdeya xwe didomînin. Ji ber şerê navxweyî, 238 xwendekarên sûriyeyî yên ji welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê niha li Wanê dixwînin.
Malbatên sûriyeyê yên ji welatê xwe koçkirin û niha li Tirkiyeyê dijîn him bêriya welat û malê xwe dikin him jî ji ber ku zarokên wan nikarin herin dibistanê di nav fikaran de ne. Lewra zarokên wan ê li Sûriyeyê dixwendin niha naxwînin û ji ber vê yekê pêşeroja wan jî di bin talûkeyê de ye.
Tirkiye derfeta xwendinê dide xwendekarên sûriyeyî yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê.
Xwendekarên sûriyeyî li Tirkiyeyê di hin zanîngehan de hatin bi cihkirin. Daxwaza xwendekaran ew e ku li Tirkiyeyê bixwînin û vegerin li welatê xwe, xizmeta gelê xwe bikin.
Li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (ZWYY) 214 jê xwendekarên lîsansê, 16 jê xwendekarên pêşlîsansê, 8 jî jê xwendekarên lîsansa bilind û doktorayê bi tevahî 238 xwendekar, ji bo xwendina xwe ya ku ji ber şerê navxweyî nîvco ma temam bikin hewl didin.
Hîndekarê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî yê ZWYY û Midûrê TOMERê Doç. Dr. Abdulmecît Canatak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî erdheja Wanê ya 2011an zanîngehê xwe da hev û niha gelek xwendekarên biyanî li vir dixwînin.
Canatak diyar kir ku hejmara xwendekarên sûrî û iraqî yên li zanîngehê dixwînin ji yên welatên din zêdetir e.