24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
MUŞ
Zazayên ku li Mûşê dijîn di eydê da hatin bal hev û bi xwarina ya herêmî "xevre" taştê xwarin.
Zazayên ku li taxa Huriyetê dijîn, piştî ku li Mizgefta Nûrê nimêja eydê kirin û li mala teziyeyê hatin bal hev û bi xwarina ya herêmî "xevre" taştê xwarin. Welatiyên zaza li bexçeyê mala teziyeyê xwarina herêmî dan mêvanên xwe jî.
Bahrî Sonmezê ji taxê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û desnîşan kir ku ev edet ji bavê berê da tê.
Sonmez diyar kir ku xevre bi destê jinan tê hazirkirin û wiha xeberda: "Pêşiyê hevîr hasil dikin. Penêr û qelî dikin nav hevîr û wekî borek çêdikin. Em di eydê da pê taştê dikin. Piştî nimêja eydê em tên cem hev, taştê dixwin û li mala digerin."
Ekrem Oylek jî diyar kir ku xevre li Bîngolê xwarineke herêmî ye û di eyd û rojên taybet da tê çêkirin.