06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Li gundê Uçdereya Mûşê cotkarekî kundir ajot û kundirek nêzî 20 kîloyê diavêje.
Cotkar Maşallah Yildirak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku îsal di eraziyekî 25 dekarî da nêzî 35 ton kundir çêbûn.
Yildirak destnîşan kir ku wê di dawiya cotmehê da dest bi çinîna kundiran bikin û wiha got: "Li bajêr ji xeynî min kesî kundir neajotiye."
Yildirak diyar kir ku nêzî 10 salan e kundiran diajo û wiha got: "Kundirên me nêzî 20 kîlo diavêjin. Ez herî zêde difiroşim saziyên kamuyê. Bi gelemperî zivistanê tê xwarin. Zû bi zû xera nabin. Çimkî ev kundir bejî tên, bi ava baranê çêdibin."
Yildirak destnîşan kir ku di firotinê da zehmetiyê dikşîne û wiha xeberda: "Welatî 2-3 heban distînin û ji bo zivistanê vedişêrin. Ji van kundiran rîçal, dolme û şîrînahî tê çêkirin. Carna bi qamyonê dibim bajarên derdorê û heba wan bi 5 lireyî difiroşim."