Önder Beyter
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê hilberînerên zebeşan ji bo ku berhemên xwe yên li zeviyê mihafeze bikin, bi rojnameyan dipêçin.
Li deşta Çukurovayê pileya bilind a germê ligel jiyana rojane carna zirarê dide berhemên çandiniyê jî.
Cotkar seba ku germahî zirarê nede berhemên wan, rêbazên cûr bi cûr diceribînin. Hin cotkar jî bona mihafezekirinê, zebeşan yek bi yek bi kaxizê rojnameyan dipêçin.
Serokê Odeya Ziraeta Kadirliyê Hanîfî Îspîr ji peyamnêrê AAyê ra got ku di ajotina zebeşan da hilberîner kedeke mezin didin û ji ber hindê jî bona ku berhemên xwe ji tavê biparêzin, pir hewl didin.
Îspîr bal kişand ku hilberîner ji bo mihafezekirinê, zebeşan bi kaxizê rojnameyan dipêçin û wiha pê da çû, "Ji ber ku pileya germê ji ser pileya asayî ya demsalê ra ye, zebeş li zeviyê xerab dibin. Hilberîner yek bi yek zebeşan bi rojnameyan dipêçin da ku emrê wan 15-20 roj dirêjtir be û bi vî rêbazê zirara xwe mînîmalîze dikin. Bi saya vê rêbazê zebeş çend rojên din jî tên xwedîkirin."