Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ji ya demsalê zêdetir e, li Îdirê germahî 39 pile hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewa dê ewrsayî be.
Li herêmê germahiya hewayê qasî 2-4 pileyan ji ya demsalê zêdetir e, tê texmînkirin ku carcaran ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê 13, li Erziromê 15, li Qersê 16, li Erdêxanê 17, li Tûnceliyê 18, li Erzinganê 21 û li Îdirê 24 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 39, li Tûnceliyê 37, li Agiriyê 35, li Erzinganê 33, li Qersê 31, li Erziromê 30 û li Erdêxanê 25 pile be.