02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
CENEVRE
Berdevka Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Sarah Crowê got ku îsal di behra Egeyê de 185 zarokên penaber xeniqîn.
Crowê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji wan penaberên ku îsal di behra Egeyê de xeniqîn ji sê kesan yek zarok e û wiha axivî: "Îsal di behra Egeyê de 590 penaber xeniqîne û ji van 185 zarok in. Li gor behra Spî ya navîn li Egeyê hêrî zêde zarok dimrin."
Di meha îlonê de Alan Kurdiyê 3 salî yê ku ji yek penaberên ji Sûriyeyê bû û di behrê de xeniqî, li giştiyê dinyayê wêneyê wî deng da û bal li ser penaberan hatibû kişandin. Di meha cotmehê de jî 90 zarokên penaber xeniqîn.
- Hejmara penaberên ku di behra Spî de xeniqîn ji 3 hezarî derbastir bû
UNICEFê daxuyandibû ku îsal ji her pênc penaberên ku xwe gihandine Ewropayê jê yek zarok e û îsal li Ewropayê ji 200 hezarî zedetir zarokî daxwaza xwespartinê kiriye.
Li gor UNICEFê îsal zarokên ku daxwaza xwespartinê ji Ewropayê kirine ji sedî 25 sûriyeyî, ji sedî 18 efxan, ji sedî 10 kosovayî, ji sedî 8 arnawud û ji sedî 6 jî iraqî ne.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî jî daxuyand ku îsal 878 hezar penaber ji behra Spî derbas bûne û xwe gihandine Ewropayê.
Rêxistinê daxuyand ku ji serê sala 2015an vir ve 3 hezar 563 penaberên ku bi dereqanûnî hewl dane ku ji behra Spî derbasî Ewropayê bibin jî di behrê de xeniqîn.
Îsal 589 penaberên sûriyeyî yên ku hewl dan ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibin jî li behra Egeyê xeniqîn.