02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
BITLÎS
Li Bidlîsê semînera "Mafên Mirovan" dan girtiyên ku bi şertê kontrolê serbest hatine berdan.
Di daxuyaniya Midûriyeta Serbestiya bi Şertê Kontrolê ya Bidlîsê da hat diyarkirin ku li Salona Konferansê ya Miftîtiya Bajêr semînera "Mafên Mirovan" dan girtiyên ku bi şertê kontrolê serbest hatine berdan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di semînerê da Hakki Cevrînê mamosteyê ku li midûriyetê wezîfeyê dike ders da û di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Mafên mirovan ji dayikbûnê dest pê dikin. Ev mafa heqekî gerdûnî ye û kes nikare dewrî kesekî din bike. Nîşana pêşketina dewletekê aborî û pîşesazî nînin, qîmeta ku didin meriv û mafên merivan nîşana pêşketinê ye. Di mijara îstiqrara dewletan da mafên mirovan ciyekê girîng digre."