Türkan Tosun
10 Adar 2020•Rojanekirin: 10 Adar 2020
Serokê Parlamentoya Ewropayê (EP) Davîd Sassolî ji ber ku di dawiya hefteyê da li Îtalyayê bû ku lê vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) zêde ye, niha ji bo tevdîrê li mala xwe di karantînayê da ye.
Li Îtalyayê ji ber ku vîrusa koronayê ya nû di demeke kin da belav bû û gelek cih di karantînayê da ne Sassolî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Sassolî wiha got: "Ji ber ku ez di dawiya hefteyê da li Îtalyayê bûm, ji bo tevdîrê ezê wezîfeya xwe ya serokatiyê li mala xwe ya Brukselê bikim."
Sassolî anî ziman ewê du hefteyan li mala xwe be, ji ber vîrusa koronayê divê her kes bi baldar be.
Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya ku wê Strazburga bajarê Fransayê vê hefteyê çêbûbûya ji ber vîrusa koronayê ya nû li Bruksela paytextê Belçîkayê çêdibe.
Parlamentoya Ewropayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 100î zêdetir çalakî betal kir.