Elif Orhan
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
HAKKARİ
Li navçeya Çukurcayê li du gundan ji ber nexweşiya şarbonê tabelaya karantînayê hat daliqandin.
Di encama nexweşiya şarbonê ya ku li gundên Ormanli û Guzellera girêdayî navçeyê du roj berê hat tespîtkirin li her du gundan karantîna hat tetbîqkirin û daketin û derketina ajalên zindî hat qedexekirin.
Peywirdarên Midûriya Navçeyê ya Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê li daketina gundan tabelaya li serê "Baldar bin nexweşiya şarbonê heye" nivîsandîbû daliqandin.
Tuncer Atasevenê li Midûriya Navçeyê ya Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê peywirdar e got ku "Li mezraya Ormanliyê ya gundê Gundeşa girêdayî navçeya me di 26ê hezîranê de nexweşiya şarbonê hat tespîtkirin. Wek qaymeqamtiya navçeyê û Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê tevdîrên hewce hatin hildan û hişyarî hatin dayîn. Me ji bo ku agahî bidin welatiyan tabelaya "nexweşiya şarbonê heye" daliqand. Me herêma karantînayê ava kir û seranserê 3 mehan derketin û daketina heywanên zindî qedexe kir. Em ê pişt re dest bi xebatên derzîkirinê bikin."