Di şahiya sineta giştî ya ku ji hêla Şaredariya Erzincanê va wek kevneşopî tê lidarxistin da, 96 zarok bi hev ra hatin sinetkirin.
Şahiya sinetê ji hêla Midûriyeta Karên Çand û Civakî ya Şaredariyê va hat birêvebirin.
Zarokên ku kincên ji bo sinetê li xwe kirin, çûn serdana Tirba Terzîbaba.
Piştî serdanê ew hatin sinetkirin û bi malbatên xwe ra beşdarî şahiya li Qada Seyranê ya Esentepeyê bûn.
Bernameya li vir bi xwendina Qur'anê û kirina diayan va dest pê kir.
Şaredarê Erzincanê Bekir Aksun got ev şahiya 7emîn a sinetkirina giştî ye ku ew îsal li dar dixin.
Aksun anî ziman Erzîncan bajarê biratiyê ye, sipasiya malbatên zarokan kir û wiha axivî: "Baweriya xwe bi me anîn û zarokên xwe dane sinetkirin. Ez dixwazim spasiya wan bikim."
Piştî axaftinan diyarî li zarokan hatin belavkirin.