Ayhan Babat
14 Nîsan 2026•Rojanekirin: 14 Nîsan 2026
ŞIRNAK (AA) - Li beldeya Hîlalê ya li ser Uludereya navçeya Şirnexê newala ku di nava sînorên niştewarê kevin da ye, bi dronê hat kişandin.
Li newala ku li herêmê wekî "Landone" tê zanîn û li beldeya Hîlalê di nava sînorên niştewarê kevin da ye, xweşikahiyeke siruştî heye.
Newal bi şekl û dirûvê xwe yê siruştî va balê dikişîne û şêniyên herêmê jê ra "bihuşta veşartî" dibêjin.
Piştî baranê li ser herêma ku newal lê ye ewr çêbûn û ew kêlî bi dronê hat kişandin.