Türkan Tosun
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
ANKARA
Pirtûkên dersan ên belaş ên ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va ji bo heyama perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an hatine amadekirin, li xwendekaran hatin belavkirin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî der barê 142 milyon pirtûkên dersan ên bêpere da agahî da.
Hat gotin 142 milyon pirtûkên dersan ên herwe yên ji bo heyama perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an hatine amadekirin belavî xwendekarên dibistana seretayî, dibistana navîn û perwerdeya navîn kirin.
Di vê çarçoveyê da 14 milyon pirtûkên ji bo 5 dersan wek 10 cure hatine amadekirin jî belavî xwendekarên pêşdibistanê û xwendekarên pola 1emîn hatin belavkirin.