Abdullah Tel
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Beşa Rêveberiya Hewageriyê ya Dibistana Bilind a Hewageriya Sivîl a di bin banê Zanîngeha Dîcleyê da hatibû vekirin piştî 21 salî cara ewil xwendekar hilda.
Di sala 1997an da li Zanîngeha Dîcleyê di bin banê Dibistana Bilind a Hewageriya ya Sivîl da Beşa Rêveberiya Hewageriyê hatibû vekirin lê ji ber kêmasiyan ev 21 sal bû ku xwendekar hilnedida.
Bi biryara Lijneya Giştî ya Hîndekariya Bilind va di perwerdehiya hîndekariyê ya sala 2018-2019an da 60 xwendekar hatin hildan.
Xwendekarên ku dest bi beşê kirin ji kar û barên hewageriyê bigir heta muhasebe, fînans, operasyonên firê, birêvebirina qelîte û ewlehiyê û ewlehî bazirganiya karsazên hewgeriyê jî di nav da gelek tiştan hîn bibin.
Alîkarê Midûrê Dibistana Bilind a Hewageriya Sivîl a Zanîngeha Dîcleyê Endamê Hîndekariyê Dr. Fatih Koçyigit daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku beş di sala 1997an da hatibû damezrandin lê piştî 21 salî nû xwendekar hildan.
Koçyîgît destnîşan kir ku 60 xwendekarên beş qezenc kiribûn û qeyda xwe çêkiribûn êdî dest bi perwerdehiyê kirin û wiha pê da çû: "Di bin banê zanîngehê da beş di sala 1997an da hatibû avakirin. Piştî 21 salî em gihîştin mirazê xwe. Ev beş ji bo xwendekarên me xeyal bû lê êdî rastiyek e û heye."