DIYARBAKIR
Ji bo astengên li pêşiya kurdî bên rakirin di qanûnan da serastkirin hatin kirin û bi saya serastkirina qanûnan di hemû aliyên jiyanê da bikanîna kurdî zêde bû.
Xêncî serastkirinên qanûnên ji bo vekirina qûrsên zimanê dayikê, perwerde û weşana bi kurdî di qadên çand û civakî da jî hin gav hatin avêtin. Bi van gavan va êdî li ser tabelayên dikan, xaniyên şînê, loqante û kuçeyan ji xêncî tirkî kurdî jî tê nivîsandin.
Welatî êdî bi awayekî azad bi zimanê xwe diaxivin, navên dikan, kuçe, loqante û xaniyên şînê bi zimanê xwe yê zikmakî dinivîsînin û bi vê jî gelekî kêfxweş dibin.
Li herêmê di dikanan da berê bi tirkî "Hoş geldiniz" dihat nivîsandin lê niha bi kurdî "Hûn bi xêr hatin" jî tê nivîsandin, navê eczexaneyan wek "dermanxane", navê "Semt Pazari"yê wek "Bazara taxê" tê nivîsandin.
Bi taybetî jî li cihên ku lê kişandina cigareyê qedeqe ye hişyariyên bi kurdî balê dikişînin. Bi bikaranîna zimanê kurdî va welatiyên ku tirkî nizanin dikarin navê alî, cî û navnîşanan bibînin.