Mamosteya zazakî ya zaravaya kurdî Filîz Bazencîra ku tayînî Gênca navçeya Bîngolê hat kirin, dersa ewil a zazakî da xwendekarên xwe.
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî (MEB) hefteya borî 15 hezar mamoste tayîn kir. Di nav mamosteyên ku hatin tayînkirin de 9 mamoste ji beşa Ziman û Zaravayên Zindî ne. Ji mamosteyan 7 ji beşa kurmancî 2 jî ji beşa zazakî ne. Mamosteyên Ku hatin tayinkirin li dibistanên Diyarbekir, Mêrdîn, Bîngol û Şernaxê dest bi wezîfeyê kirin.
Mamosteya zazakî Bazencîra ku tayinî Bîngola piraniya niştecihên wê zaza ne bû, îro dersa ewil a zazakî da xwendekarên xwe.
Bazencîrê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku wê beşa Ziman û Wêjeya Kurmancî û Zazakî xwendiye, ji beşê par mezûn bû û îsal hat tayinkirin.
Bazencîra ku tayînê Dibistana Navîn a Mevlana ya ku li Gênca navçeya Bîngolê ye bû, dê dersa zazakî bide 240 xwendekarî. Bazencîrê got ku li herêma Bîngol û derdora Bîngolê gel bi vê zaravayê diaxife û ez ji bo ku li vir im kêfxweş im.
Mamoste Bazencîrê got ku ev dersa wê ya ewil e û ew bi kelecan e.
Bazencîrê wiha dewam kir: "Xwendekar dixwazin ku bi zimanê xwe bên perwerdekirin. Li Bîngolê ji bo dersa zazakî pêdivî bi mamosteyan heye. Ez hêvî dikim ku zêdetir mamoste bên tayin kirin. Dê zazakî ji nû ve zindî bibe. Ji bo ku îro min dest bi wezîfeyê kir û dersa ewil a zazakî da xwendekarên xwe kêf xweş im."
Xwendekaran got ku berê mamosteyên tirkî dersa zazakî dane wan lê bi hatina mamosteyên zazakî kêfxweş in û dê ji niha û pêve perwerdeya wan bi kalîtetir be.
- Hejmara mamosteyên bikadro bû sisê
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr yê Bîngolê Yakûp Sari got ku xwendekarên Bîngolê eleqeyeke mezin nîşanî zazakî didin û wiha dewam kir: "Berê jî mamosteyên zazakî yên bikadro dest bi wezîfeyê kiribûn. Bi tayînkirina vê mamosteyê jî hejmara mamosteyên bikadro bû sisê."