Selma Kasap
10 Hezîran 2021•Rojanekirin: 10 Hezîran 2021
Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) belgeyên beşdarbûna ezmûna YKS-2021 ku dê 26-26ê Hezîranê bê kirin, weşandin.
Li gorî ragihandina li ser malpera OSYMyê, agahiyên salon û avahiyên ku namzed dê tê da bikevin ezmûnê kifş bûn. Di 26ê Hezîranê da Testa Agahiyên Sereke (TYT), di 27ê Hezîranê da jî Testa Agahiyên Qadê (AYT) û Testa Zimanê Biyanî (YDT) dê bên kirin.
Namzed dikarina ji ser malpera OSYMyê "https://ais.osym.gov.tr" belgeyên beşdarbûna ezmûnê werbigirin.
Namzed piştî saet 10.00an dê nikaribin têkevin ezmûna TYT û AYTyê û her wiha piştî 15.30î jî dê nikaribin têkevin ezmûna YDTyê.