Di malpera înterneyê ya Serokatiya Sererkaniyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hin rojnameyan de bi navên "Pirsên Ezmûnên Lîseyên Leşkerî Hatin Belavkirin" û "Sîxuriya Leşkeriyê" nûçe hatin weşandin, di van nûçeyan de tê îdiakirin ku "beriya ezmûnê pirs tên belavkirin."
Di daxuyaniyê de ev îfade cih digirin: "Ji sala 2002an vir ve her sal bi OSYMyê re protokolê îmze dikin û di vê pêvajoyê de Serokatiya Sererkaniyê midaxeleyî amadekirina pirsan û ezmûnê nake. Encamên ezmûnan ji aliyê OSYMyê ve tê kirin. Listeya kesên ku di ezmûnê de serkeftî dibe dişînin Hêzên Leşkerî yên Tirk û ji vir bi şûn de mulaqat û testa werzişê ji hêla me ve tê kirin."