İbrahim Atmaca
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
ANKARA
Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) belgeyên têketina Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) ku wê di 30ê hezîranê û 1ê tîrmehê da were kirin, li ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr/"yê weşand.
Li gor danezana ser malpera înternetê ya OSYMê, kar û barên kifşkirina avahî û salonan ên kesên ku wê têkevin YKSê kuta bûn. Namzed dikarin li ser navnîşana OSYMê ya "https://ais.osym.gov.tr/"yê bi nimreyên nasnameya xwe ya TCê û şîfreya xwe va cihê ku wê lê têkevin ezmûnê, hîn bibin.
Rûniştina yekem a YKSê wê 30ê hezîranê roja şemiyê wê were kirin û tê da Testa Kafîbûnê ya Bingeh tê pirsîn, rûniştina duyem jî wê 1ê tîrmehê roja yekşemê were kirin û tê da Testa Kafîbûna Beşê û Testa Zimanê Biyanî wê were pirsîn.
Namzedên rûniştina yekem û rûniştina duyem wê di saet 10.00î da; namzedên ku wê têkevin Testa Zimanê Biyanî wê piştî 15.30î nikaribin têkevin avahiyên ezmûnê.