Abdullah Tel
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ANKARA
Rûniştina ewil a Testên Sereke (TYT) ya Ezmûna Saziyên Perwedehiya Bilind (YKS) a ku namzedên zanîngehê dikevinê di 12.30yî da qediya.
Ezmun li 81 bajarên Tirkiyeyê hat kirin û 2 milyon û 381 hezar û 784 kesên dixwazin zanîngeh bixwînin, ketin ezmûnê.
Ji namzedan di testa Tirkî da 40, di testa zanistên civakî da 20, testa matematîka sereke da 40 û testa zanistên fenê da jî 20 bi tevahî 120 pirs hatin kirin û ezmûn 135 deqîqe dewam kir.
Rûniştina duyemîn a YKSê ku wê pirsên Testa Sereke ya Beşê (AYT) û Testa Zimanê Biyanî (YDT) bê kirin jî sibê ye.
Encamên ezmûnê jî wê di 31ê tîrmehê da bên eşkerekirin.