17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna der barê belavkirina pirsên KPSSya 2010an da ji ber sûcê "endamtiya FETO/PDYê", "di belgeya fermî da sextekarî" û "xapandina dem û dezgehên qamûyê" der barê 91 berşikên din da jî îdianame amade kirin û ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 2yemîn ra şandin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser belakirina pirsên KPSSya 2010an da der heqê 91 kesên din da jî îdianame hat amadekirin. Di nav gumanbaran da eqrebayê Fetullah Gulenê serkirdeyê FETOyê, Muhammet Saît Gulen û Yalçin Baransûyê birayê rojnameger Mehmet Baransu û jina wî jî heye. Heke îdianame were qebûlkirin hejmara dozên ku der heqê KPSSya 2010an hat vekirin dibe 5, hejmara kesên ku di van dozan da wê werin darizandin jî dibe 475an.