15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê piştî rakirina qismî ya qedxeya derketina derva ku ji 14 adarê vir ve dewam dikir, xwendekarên ji ber terorê mexdûr çûn dibistanên xwe.
Welatiyên ku hînbûn bajêr ji PKKya rêxistina terorê hatiye paqijkirin vedigerin malên xwe. Zarokên ku tevî malbatên xwe piştî 246 rojan vegeriyan bajêr ji bo wê dîsa herin dibistanên xwe kelecanî ne.
Li dibistanan ji aliyekî ve xwendekar têne qeyd kirin ji aliyê din ve jî din ve jî xebatên temîrkirin û vesazkirinê dewam dikin. Xwendekarên ku hatin dibistanê piştî demeke dirêj bi mamoste û hevalên xwe re hatin bal hev.
Ji xwendekarên mexdûrê terorê Zehra Gerenê ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber bûyerên terorê ew tevî malbata xwe ve mecbûr maye ku mala xwe ya li Şirnexê biterikîne û li gund bi cih bibe.
Gerenê got ku ji ber ku li gund lîse tuneye neçûye dibistanê, xwendina wê nîvco maye. Gerenê diyar kir ku ew demeke dirêj e ji dibistan û hevalên xwe dûr e û wiha axivî:"Wekî ku min nû dest bi dibistanê kiribe. Ez bextewar im."
Yusuf Zîya Ûysal jî got ew çawa hatiye bajêr çûye dibistanê.
Ûysal got ku ji bo ew piştî demeke dirêj bi hevalên xwe re hatiye bal hev bextewar e û wiha dewam kir:
"Dixwazim bixwebitim û îsal biserbikevim. Hê hemû hevalên min nehatine, em li hêviya wan in. Ew jî werin em ê dest bi dersan bikin. Ji bo ez vegeriyam Şirnexê bextewar im."
-"Xwedê ji hemû kesên bûn wesîle razî be"
Hatîce Aslana ji bo qîza xwe qeyd bike hat dibistanê bi kurmanî axivî got ku piştî rabûna qedexeyê dibistan vebûn, em kêfxweş in.
Aslanê got em mecbûr man ji herêmê herin, em ji vê derê çûn Mêrsînê bi cih bûn û niha vegeriyan herêmê û wiha dewam kir: "Îro dibistanê me vebûn. Em kêfxweş in. Xwedê ji hemû kesên bûn wesîle razî be. Xwedê me ji belayan mihafize bike. Daxwaza me ew e ku rojêên xweş bên welatê me."
Aslanê got em dixwazin êrîş bi dawî bibin.