17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku ji bo sala were wê nîvê kadroyên mamosteyên ku bên tayînkirin, di nav meha sibatê da tayîn bikin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di TRT 1ê da di bernameya "Bi Serokwezîr ra Bernameya Taybet" da der barê rojevê da axivî.
Davutoglu destnîşan kir ku ji bo tayînkirina mamosteyan hêviyeke mezin heye û wiha got: "Ji sala çû 10 hezar kadro mane. Me 37 hezar kes tayîn kirin, em ê di meha sibatê da jî 10 hezar kesî ji bo mamostetiyê tayîn bikin. Em ê ji bo sala were jî nîvê kadroyên mamosteyên ku bên tayînkirin, di nav meha sibatê da tayîn bikin. Em hêvî dikin ku ev hejmar derkeve 30 hezarî."