Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî, 3 mamosteyên ku ji bo beşa Zaravayên Kurdî tayînî Kiziltepeya navçeya Mêrdînê kiribûn dest bi wezîfeya xwe kirin.
Emre Zengîn, Cengîz Akyol û Nurullah Vergiyên ku beşa Zarava û Zimanên Zindî de li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê hatin wezîfedarkirin dersên xwe yên ewil dan.
Midûrê Perwerdeyê yê Navçeyê Mehmet Sabahattîn Genç ji nûçegihanê AAyê re got ku ji 3 mamosteyan yek wê dersa zazakî bide, yên din jî wê dersa kurmancî bidin.
Mamoste Emre Zengînê ku li Dibistana Navîn a Mehmet Dogru hat wezîfadarkirin got ku ew pir kêfxweş e ku bi kadro hatiye wezîfedarkirin û wiha axivî: "Em pir kêfxweşin ku di dibistanan de zimanê me yê zikmakî tê perwerdekirin. Xwendekar jî pir kêfxweş bûn. Dema ku min ji wan re got ku ez ê kurdî hînê we bikim, çavê wan biriqî."
Ji xwendekaran Necla Kiliç got ku ew dikare kurmancî biaxive, lê ew nikare binîvîse. Kiliç got ku ew ê bi saya vê dersê fêrî nivîsandinê bibe.
Çetîn Dogan jî got ku perwerdeya kurdî ji bo wî xeyalek bû û spasiya wan kesan kir ku ev derfet dane wan ku ew bi kurdî perwerdeyê bibînin.