ANKARA
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) di 6 û 7ê sibatê de dê 10 hezar mamoste tayîn bike.
MEBê daxuyaniyeke nivîskî da û li gor vê daxuyaniyê saziyên perwerdehiyê ku hewcetiya wan bi mamosteyan heye divê ji 29ê çileya paşîn heta 4ê sibatê xeberê bidine Wezaretê.
Wezareta MEBê jî li gor daxwaza saziyan di 6 û 7ê meha sibatê de dê tayîna 10 hezar mamosteyan bike.