ANKARA
Dadgeha Îdareyê ya 18emîn a Enqereyê der heqê Ezmûna Destnîşankirina Asta Zanînê (EDAZ) ya ku di 8ê hezîrana 2013an de hatibû kirin û encama wê xelet hatibû hesabkirin de biryara betalkirina encama ezmûnê da. Di vê heyamê de milyonek û 112 hezar û 604 xwendekar ketibûn ezmûnê.
Encama ezmûna 718 xwendekaran dê ji nû ve bihata hesabkirin û di encamê de jî puan û rêza hemû xwendekaran dê biguheriya. Ji ber vê yekê jî Parlementerê CHPê yê Stenbolê Aydin Ayaydin ji bo ku encama ezmûnê bê betalkirin serî li Dadgeha Îdareyê ya 18emin a Enqereyê dabû.
Dadgehê jî ji bo ku pêşî li ber neheqiyê bigire û nebe sedema zirareke hê jî mezintir, biryara betalkirina ezmûnê da.