Selma Kasap
19 Hezîran 2022•Rojanekirin: 19 Hezîran 2022
Testa Têrdariya Beşan (AYT) ku di Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) da rûniştina duyem e, kuta bû.
Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) ezmûna YKSyê li 81 bajar û Lefkoşayê dike. Îsal 2 milyon û 56 hezar û 512 kesan ji bo AYTyê serlêdan kir.
Di çarçoveya YKSya 2022yê da duh Testa Têrdariya Sereke (TYT) wekî rûniştina ewil hat kirin. AYTya rûniştina duyem jî di saet 10.15an da dest pê kir û kuta bû. Ezmûn li 111 hezar û 531 salonên 6 hezar û 17 avahiyan da tê kirin û 317 hezar û 765 kes ji bo ezmûnê hatin wezîfedarkirin. 7 hezar û 803 namzedên astengdar ketin ezmûna AYTyê.
Di AYTyê da ji namzedan 40 pirsên Testa Ziman û Wêjeya Tirkî-Zanistên Civakî-1, 40 pirsên Testa Zanistên Civakî-2, 40 pirsên Testa Matematîkê, 40 pirsên Testa Zanistên Fenê hatin pirsîn û ji bo van pirsan 180 deqîqe dem hat dayîn.
Rûniştina dawîn û sêyem jî Testa Zimanê Biyanî (YTD) ye û wê îro di saet 15.45ê da dest pê bike. Seba vê rûniştinê jî 120 deqîqe tê dayîn. Di zimanên Almanî, Erebî, Frensî, Îngilizî û Rûsî da ezmûn wê were kirin û di ezmûnê da 80 pirs wê werin pirskirin.
Îsal 168 hezar û 430 kes wê têkevin YDTyê. Ji wan 688 namzed astengdar in. Ezmûn wê di 7 hezar û 818 salonên 882 avahiyan da were kirin û 30 hezar û 418 kes wê tê da wezîfeyê bikin.
Encamên ezmûnê wê di 20ê tîrmehê da eşkere bibin.