Selma Kasap
25 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2022
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer daxuyand encamên navendî û bicihkirina herêmî ya Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) li ser malperên înternetê yên "meb.gov.tr" û "sonuc.meb.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.
Ozer der barê encamên navendî û bicihkirina herêmî ya LGSyê da daxuyanî da.
Wezîr Ozer bi bîr xist ku tercîhên LGSyê di navbera 4-20ê tîrmehê da hatibûn kirin û wiha daxuyand: "Me encamên navendî û bicihkirina herêmî ya LGSyê li ser navnîşanên "meb.gov.tr" û "sonuc.meb.gov.tr"yê eşkere kir. Ji bo xwendekarên me ser xêrê be. Xwendekarên me dikarin bi reqamên nasnameyên xwe yên T.Cyê û dîroka rojbûna xwe va bigîhêjin encaman."
Ozer der barê bicihkirina LGSyê da wiha got: "Îsal ji milyonek û 236 hezar û 308 xwendekarên ji pola 8emîn mezun bûn jê milyonek û 31 hezar û 799 kes ketine ezmûnê. Milyonek û 8 hezar û 139 xwendekaran ji bo bicihkirina ewil tercîhên xwe kirin. Ji van 951 hezar û 703 kesan yanê ji sedî 95ê wan di dibistanên ku tercîh kirin da hatin bicihkirin."