ANKAR
Rêziknameya der barê cil û bergên xwendekarên di xwedingehên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî de dixwînin hat guherîn û di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Hat ragihandin ku xala bi hejmara 2012/3959ê ya ku di Lijneya Wezîran de hatibû qebûlkirin a der barê cil û bergên xwendekaran de hat guherandin û benda 6an a xala 3yan hat rakirin, bendên (d) û (c)yê yên xala 4an jî wiha hatin guherandin:
"Xwendekarên di xwendingehan de rûvekirî bin, şarpe, şewqe, kulik, çente û tiştên din ên ku li ser nîşanên siyasî hene ji xwendekaran re qedexe ne û nikarin bi kar bînin. Xwendekar nikarin makyajê bikin, xizêma bi kar bîinin, li ser û çavên xwe deqan çêkin, porê xwe boyax bikin, rû û simbêlan berdin. Di pêşdibistan û dibistana seretayî de xwendekarên servekirî bin."