27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ANKARA
Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) rêzikname guherand û ji vir şûnda pûanê ALESê wê 5 salan derbas bibe. Biryar Di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor guhertinê encamên Ezmûna Personelê Akademîk û Perwerdeya Piştî Lîsansê (ALES) ku heta niha 3 salan derbas dibûn, wê êdî 5 salan derbas bibe.
Her wiha bi bendeke berwext va ku li rêziknameyê hat zêdekirin, pûanên berê yên ALESê jî ji destpêka ku encamên wan eşkere bûne û pê va wê ji bo 5 salan derbas bibin.