Türkan Tosun
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
ANKARA
Tercîhên Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) ya ku ji hêla Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) tê rêvebirin wê di 14ê tebaxê de biqedin.
Namzed piştî ku tercîhên xwe biqedînin wê di nav dema ku hatiye eşkerekirin de li ser malpera înternetê "https://ais.osym.gov.tr"yê bikaribin li ser tercîhên xwe guherînan bikin.
- Tercîhên ezmûna YKSyê dest pê kir
Namzedên ku ji Testên Têrdariyê ya Bingehîn (TYT) a sala 2018an herî kêm 150 puan hildane wê bikaribin li gor puanên Y-TYT an jî Y-SAY, Y-SOZ, Y-EA, Y-DÎL (ziman) tercîhên xwe bikin.
Kesên di ezmuna 2018-TYTyê de ji 150î zêdetir puan hildane wê bikaribin bernameyên pêşlîsansê tercîh bikin.
Namzedên ku di ezmuna Testa Zimanê Biyanî an jî Testa Têrdariyê ya Bingehîn de 180 û zêdetir puan hildane jî wê bikaribin bernameyên lîsansê tercîh bikin.
Yên ku dixwazin tercîhên xwe bikin wê bi hejmara nasnameyê ya TCyê an jî şîfreyên xwe va bikevin malpera înternetê "https://ais.osym.gov.tr"yê û li wir tercîhên xwe bikin.
Piştî tercîhan namzed wê di nav dema ku hatiye eşkerekirin de li ser malpera înternetê "https://ais.osym.gov.tr"yê bikaribin li ser tercîhên xwe guherînan bikin.
- Encamên bicihkirinê
Encamên bicihkirinê li ser malpera înternetê "https://sonuc.osym.gov.tr"yê wê bên eşkerekirin.
Tu agahiyek wê ji navnîşana namzedan re neyê şandin.