Önder Beyter
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ANKARA
Di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê da ji bo xwendekarên polên pêşdibistan, yekemîn, pêncemîn û nehemîn hefteya hînbûyînê dest pê kir.
Hefteya hînbûyînê ya li dibistanan ku bi destê Wezareta Perwerdeya Neteweyî tê sepandin, ji sala perwerde û hîndekariyê ya 2006-2007an vir va dewam dike da ku xwendekar tirsa xwe ya dibistanê bişikênin û herwiha fêrî pol û dersan bibin û herwiha mamoste û hevalpolên xwe nas bikin.
Di vê çarçoveyê da di hefteya hînbûyînê ya li dibistanan da çalakiyên wekî "hevnasîna zarok-malbat-mamosteyan", "çavnasiya li dibistan û polê", "ligel hevalan leyîstina lîstikan û hevnaskirin" dê bên lidarxistin.
Hefteya hînbûyînê ku îro dest pê kir, dê 14ê îlonê roja înê bi dawî be.